Êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dikin: Li bajarokekî 14 kes hatin kuştin
Li bajarokê Deyr Kanun el-Nahr di êrişeke Îsraîlê de herî kêm 14 kesî jiyana xwe ji dest dan ku hin ji wan zarok bûn.
Li bajarokê Deyr Kanun el-Nahr di êrişeke Îsraîlê de herî kêm 14 kesî jiyana xwe ji dest dan ku hin ji wan zarok bûn.
Li gorî rojnameya L'Orient-Le Jourê, artêşa Îsraîlê roja Sêşemê li bajarokê Deyr Kanun el-Nahrê êrişeke hewayî bir ser avahiyekê. Hate ragihandin ku di êrişê de herî kêm 14 kes hatin kuştin ku pênc ji wan zarok bûn û 2 jê jî ji Sûriyeyê bûn.
Êriş pênc roj piştî dirêjkirina agirbesta navbera Beyrûd û Tel Avîvê ya ji bo 45 rojan, pêk hat. Lê belê agirbest ji ber êrişên artêşa Îsraîlê û Hîzbûllahê bi pratîkê de timî tê binpêkirin.
BOMBARDÛMANA GIRAN Û BIKARANÎNA FOSFOR A SPÎ
Li gorî çavkaniyên xwecihî, artêşa Îsraîlê roja Sêşemê êriş bir ser 41 deverên li Başûrê Lubnanê. Hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê êrişên hewayî bir ser 24 herêman û bi droneyan êriş bir ser heft deveran.
Her wiha hate gotin, artêşa Îsraîlê 10 gund bi bombeyên fosfora spî bombe kiriye. Bikaranîna fosfor a spî li nava raya giştî ya navneteweyî yek ji wan çekan e ku cihê nîqaşê ye.
JI HÎZBÛLLAHÊ 26 ÊRIŞ
Hîzbûllahê jî diyar kir ku roja Sêşemê 26 caran êriş biriye ser hedefên Îsraîlê. Hate ragihandin ku li gorî sê roj berê hejmara êrişan zêde bûye.
HEJMARA QURBANIYAN 3 HEZAR KES DERBAS KIR
Li gorî daneyên xwecihî, ji 2'ê Adarê dema destpêkirina êrişên Îsraîlê û vir vel i Lubnanê zêdeyî 3 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.